Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir hin delîl dîtine ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Vuhana bajarê Çînê ji laboratuvarekê derketiye û got ku lê vê gavê ez ê eşkere nekim.
Trump li Qesra Sipî di paneleke li ser "xwedîlêderketina kal û pîran" da pirsên der barê rojevê da bersivand.
Li ser îdiayên Kovîd-19 li Vuhanê ji laboratuvarekê derketiye Trump ji bona pirsa "Delîlekî we yê xurt û pêbawer heye ku Enstîtuya Virolojeyê ya Vuhanê çavkaniya vîrusê ye?" got ku "Erê min dît."
Trump piştî ku rojnamevanan der barê mijarê da serî dan serê wiha got: "Çînê bi zanatî yan jî bi xeletî jî kiribe lêkolînerên me li serê dixebitin. Ez vê gavê nikarim zêde xeber bidim."