Serokê Amerîkayê Trump di peyama ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da got: "Min ferman da artêşa deryayê ya Amerîkayê ku dema keştiyên şer ên Îranê tacîzê bikin, bila li wan bixin û berteref bikin."
Fîloya pêncemîn a artêşa deryayê ya Amerîkayê hefteya borî ragihand ku 11 botên lezê yên aîdê Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê li Kendava Besrayê awayekî talûke nêzî 6 keştiyên Amerîkayê bûn û ew aciz kirin.
Di daxuyaniyê da hati gotin ku botên lezê digel hişyariyan piştî saetekê bersiv dan û ji herêmê veqetîn û tu şer û pevçûn neqewimî.
Wezîrê Parastinê yê Îranê Emir Xatemî der barê botên lezê yên Artêşa Mihafizên Îranê yên ku li Kendava Besrayê bi keştiyên şer ên Amerîkayê ra rûbirû man da got: "Li Kendava Besrayê sedema bêîstiqrariyê ew Amerîkayiyên dagirker in ku awayek dereqanûnî û bi hincetên bêbingeh va hatine ber sînorên Îranê."
AA