Donald Trumpê Serokê Amerîkayê destûr da ku ekîba Joe Bîdenê ji bo seroktiya Amerîkayê hat hilbijartin brîfînga îstixbaratê ya rojane bistîne.
Rayedarekî Qesra sipî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Trump destûr da ku ekîba Joe Bîdenê ji bo seroktiya Amerîkayê hat hilbijartin brîfînga îstixbaratê ya rojane bistîne û brîfînga ewil jî îro hat dayîn.
Li raya giştî ev gava Trump wekî ku "Trump gaveke din jî nêzî qebûlkirina encama hilbijartinê bû" hat nirxandin.
Sûc diavêtin ser rêveberiya Trump ku pêvajoya derbasbûnê ya ekîba Joe Bîden derengî dixe.
Trump diyar kiribû ku ji saziyên eleqedar ra gotiye bira prosedurên derbasbûnê ya rêveberiya Bîden bidin destpêkirin.
AA