Trump dibe ku hefteyên pêş Peymana Sedsalê eşkere bike

Hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dibe ku hefteyên pêş qismê siyasî yê plana Peymana Sedsalê eşkere bike

Trump dibe ku hefteyên pêş Peymana Sedsalê eşkere bike

Hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dibe ku hefteyên pêş qismê siyasî yê plana Peymana Sedsalê eşkere bike.

Di nûçeya ku rojnameya Israel Hayom sipart rayedarekî Îsraîlî yê nexwest ku navê xwe eşkere bike hat gotin ku Trump dibe ku hefteyên pêşiya me qismê bi siyasetê ra eleqedar ê Peymana Sedsalê eşkere bike.

Di nûçeyê da hat ragihandin ku heke plana birêvebiriya Trump da madeyên dijî berjewendiyên Îsraîlê hebin dê Serokwezîr Netanyahu îtirazî vê bike.

Rayedar destnîşan kir ku der barê madeyên ku ji bo Îsraîlê wekî "xeta sor" in agahî dan birêvebiriya Amerîkayê û dê di vê mijarê da tewîzê nedin.

Rayedar behs kir ku "Texliye nekirina niştecihên Cihû yên li Şerîaya Rojava, Quds bila di bin desthilatdariya Îsraîlê da bimîne û penaberên Filistînî paşda venegerin" ji wan mijaran e ku birêvebiriya Îsraîlê tewîzê jê nade.

- Plana "Peymana Sedsalê"

Herçiqas hûrgiliyên plana "Peymana Sedsalê" ya tê îdiakirin ku Serokê Amerîkayê Trump ji bo ku ji pirsgirêka Îsraîl-Filistînê ra "çareseriyê bibîne" amade kir zelal nebin jî di çapemeniya navneteweyî da der barê vê da hin agahî cî digirin.

Li gor nûçeyan di peymanê da madeyên dijî Filistîniyan ên wekî temamiya Qudsê ji Îsraîlê ra bihêlin û piraniya cî û warên dereqanûnî yên cihûyan ên li Şerîaya Rojava bimînin, hene.

Tê gotin ku di planê da qala mafê vegerê ya nêzî 6 milyon penaberên ku Îsraîlê ew ji axa wan kirin jî nakin.

Serokdewletê Filistînê Mehmûd Ebas planê wekî "şeqama sedsalê" bi nav dike û tê gotin ku ji bilî hin alîkariyên aborî ji bo xêra gelê Filistînê tu tişt tê da tune.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tebax 2019, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE