Trump dîsa werzişvan xistin hedef

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê dîsa werzişvanên Amerîkayê rexne kir, gogbazên beriya pêşbirkên neteweyî çokvedidin û pirsgirêkên welêt û reveberiya Amerîkayê protesto dikin xistin hedef.

Trump dîsa werzişvan xistin hedef

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê dîsa werzişvanên Amerîkayê rexne kir, gogbazên beriya pêşbirkên neteweyî çokvedidin û pirsgirêkên welêt û reveberiya Amerîkayê protesto dikin xistin hedef.

Pêr di 12 pêşbirkên amadehiyê yên Lîga Fitbolê ya Amerîkayê (NFL) da hin gogbazan çokveda, hinekên wan jî piştî siruda neteweyî derneketin pêşbirkê û pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Amerîkayê protesto kirin, Trump jî gogbaz rexne kirin.

Trump di Twitterê da got, "Gogbazên NFLyê dîsa dema siruda neteweyî tê xwendin di dewsa rêznîşandanê da çokvedidin. Gelek gogbazên taximên cuda ji bo tiştekî ku nizanin çi ye hêrs dikevin."

Trump got gogbazên NFLyê ji karê ku jê hez dikin serwetekê qezenc dikin û wiha pê da çû: "Şa bibin! Pêşbirkên ku alîgir pere didin û temaşa dikin ciyê protestoyê nînin. Jixwe piraniya pereyan ji gogbazan ra diçe. Ji bo protestoyê rêyeke din bibînin."

Colin Kaepernick ji gogbazên NFLyê di sezona 2016an da dema siruda neteweyî dihat xwendin çokvedabû û xwestibû ku balê bikişîne ser nijadperestiyê û tundiya polês tînin serê reşikan.

Piştî vê di 2 sezonên dawîn da bi sedan gogbazî dema siruda neteweyî tê xwendin çokvedan û polîtkayên hikûmeta Trump û bûyerên nijadperestiyê yên li welêt protesto kirin.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 11 Tebax 2018, 11:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE