Trump dîsa Îran tehdîd kir

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji Îrana ku diyar kir ew ê limîta stoqa uranyuma dewlemendkirî zêde bike ra got, "Di mijara tehdîdên xwe da baldar bibe Îran; tehdîdên te dibe ku dîsa li te bizivirin"

Trump dîsa Îran tehdîd kir

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji Îrana ku diyar kir ew ê limîta stoqa uranyuma dewlemendkirî zêde bike ra got, "Di mijara tehdîdên xwe da baldar bibe Îran; tehdîdên te dibe ku dîsa li te bizivirin."

Trumpê Serokê Amerîkayê di hesabê xwe yê Twitterê da li ser gava dawîn a di mijara stoqa uranyuma dewlemendkirî ya Îranê da bertek nîşan da.

Trump di daxuyaniya xwe da wiha got: "Îranê hişyariyeke teze weşand. Rûhanî dibêje heke peymaneke teze ya li ser nukleerê neyê çêkirin ew ê qasî dilê wan bixwaze uranyumê zêde bikin. Di mijara tehdîdên xwe da baldar bibe Îran; tehdîdên te dibe ku dîsa li te bizivirin."

Rêveberiya Îranê di serê hefteyê da diyar kiribû ku limîta stoqa uranyuma dewlemendkirî ya li gor peymanê 300 kîlo ye zêde kirin. Farsa ajansa xeberan a nîvfermî ya Îranê destnîşan kiribû ku rêveberiya Îranê limîta stoqa uranyuma ji sedî 3,67 dewlemendkirî ya di peymanê da dibêje 300 kîlo ye zêde kiriye.

Serokê Amerîkayê Trump li ser vê daxuyaniyê gotibû Îran "bi agir dilîze" û bertek nîşan dabû, Qesra Sipî û Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser vê bi daxuyaniyên cuda biryara Îran şermezar kiribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Tîrmeh 2019, 11:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE