Trump eşkere kir ku wan Zîrweya Serokan G7 bo îlonê taloq kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "Ez hîs nakim ku G7 qewimînên li dinyayê bi awayekî durist temsîl dike. Van komên welatan maweya xwe temam kirin"

Trump eşkere kir ku wan Zîrweya Serokan G7 bo îlonê taloq kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku wî Zîrweya Serokan G7 ku plan hatibû kirin di hezîranê da were lidarxistin, bo îlonê taloq kir û herwiha ew dixwaze Hindistan, Rûsya, Koreya Başûr û Awistralyayê jî li komê zêde bike.

Trump dema ji Floridayê vegeriya ji bo rojnamegerên di balafirê da der heqê Zîrweya Serokan G7 ku plan ew bû meha din were lidarxistin da daxuyanî da.

Trump bal kişand ku ew dixwaze zîrwe li Washinton DCyê rûbirû were kirin û wiha got, "Ez zîrweyê heta îlonê taloq dikim. Em dixwazin Hindistan, Rûsya, Koreya Başûr û Awistralyayê jî li komê zêde bikin."

Trump wiha destnîşan kir, "Ez hîs nakim ku G7 qewimînên li dinyayê bi awayekî durist temsîl dike. Van komên welatan maweya xwe temam kirin."

G-7 ji Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Îngiltere û Amerîkayê pêk tê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE