Serokê Amerîkayê Donald Trump divê heya Noela 25ê berfanbarê jimara eskerên Amerîkayê yên li Efxanistanê were kêmkirin.
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê yê fermî daxuyanî da û wiha got, "Eskerên me yên cesûr ên ku jimara wan kêm e û li Efxanistanê wezîfeya xwe didomînin, divê heya Noelê li malên xwe bin."
Trump di 10ê îlonê da li Qesra Spî civîna çapemeniyê li dar xistibû û wiha gotibû, "Em ê di demeke kin da jimara eskerên xwe yên li Efxanistanê daxin 4 hezarî. Bi heman awayî em ê jimara eskerên xwe yên li Iraqê jî di demeke kin da daxin 2 hezarî."
AA