Trump got di mijara Îdlibê da "Em bi Erdogan ra dixebitin"

Trump beriya ku here Los Angelesê li Balafirgeha Joint Base Andrewsê pirsên rojnamevanan bersivand û li ser pirsekê axaftina xwe ya dawiya hefteyê bi Serokomar Erdogan ra kiribû nirxand.

Trump got di mijara Îdlibê da "Em bi Erdogan ra dixebitin"

 Donald Trumpê Serokê Amerîkayê diyar kir ku di mijara Îdlibê da ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra dixebitin.

Trump beriya ku here Los Angelesê li Balafirgeha Joint Base Andrewsê pirsên rojnamevanan bersivand û li ser pirsekê axaftina xwe ya dawiya hefteyê bi Serokomar Erdogan ra kiribû nirxand.

Trump ji bo Erdogan got serokekî "hêzdar û sert" e û destnîşan kir ku pê ra têkiliyên baş danîne.

Trump diyar kir ku di mijara Îdlibê da Tirkiye û Amerîka bi hev ra dixebitin û got, "Em bi Erdogan ra (di mijara Îdlibê da) dixebitin."

Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump dawiya hefteyê li ser têlefonê axivîbûn û Qesra Sipî li ser axaftinê daxuyanî da bû û gotibû, "Trump ji bo hewla Tirkiye dide ku felaketeke însanî neqewime ji Erdogan ra sipas kir."

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2020, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE