Trump got ewê fona ku didin RTDyê wê bidin rawestandin

Trump li Qesra Spî di civîna çapemeniyê ya rojane da axivî.

Trump got ewê fona ku didin RTDyê wê bidin rawestandin

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ji ber ku di şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da "alîgiriya Çînê" kiriye ewê alîkariya ku didin rêxistinê wê bidin rawestandin.

Trump li Qesra Spî di civîna çapemeniyê ya rojane da axivî.

Trump behsa têkoşîna dijî Kovîd-19yê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev hefte wê bibe hefteyeke biêş. Em li hemberî cinawerekî şer dikin." 

Trump got Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê di şewba vîrusa koronayê da ji bo hin tiştan bang bike dereng ma, dema Amerîkayê seferên Çînê qedexe kir jî rêxistin li hemberî vê qedexeyê sekinî.

Trump anî ziman rêxistin li gor Çînê dixebite û wiha dewam kir: "Emê xebatên RTDyê binihêrin. Lê emê qismekî mezin a fonan yên ku me dida RTDyê emê bidin rawestandin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE