Trump hevdîtina bi Putîn ra betal kir

Trump got: "Ez hêvî dikim ev civîn jî bi kêr bê û ev pirsgirêk jî demildest bê çareserkirin."

Trump hevdîtina bi Putîn ra betal kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya biçe Civîna Serokên G20ê ku wê li Arjantînê bê kirin, ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da.

Trump di peyama xwe da destnîşan kir ku Rûsyayê keştiyên Ukraynayê û muretebatên wan îade nekir û wiha pê da çû: "Ez jî wisa fikirîm ji bo hemû aliyan wê çêtir bibe û li ser vê jî min biryar da ku hevdîtina xwe ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra ku me yê li Arjantînê bikira, betal kir."

Di berdewamiya peyama xwe da Trump got: "Ez hêvî dikim ev civîn jî bi kêr bê û ev pirsgirêk jî demildest bê çareserkirin."

Serokê Amerîkayê Trump di nava heftê da bi rojnameya Washington Postê ra milaqat kir û diyar kir ku ji ber rageşiya navbera Rûsya û Ukraynayê ew li benda rapora Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê ye.

Trump destnîşan kiribû ku li gor agahiyên raporê ewê di Civîna G20î ya li Arjantînê da yan bi Pûtîn ra hevdîtinê bike û yan jî betal bike.

Keştiyên şer ên Rûsyayê di nav Behra Reş da nêzî Geliyê Kerçê bi îdiaya ku sînorê wan ên avê hatiye îxlalkirin bi çekan mudaxeleyî keştiyên şer ên Ukraynayê kirin û dest danîn ser 3 keştiyên Hêzên Behrê yên Ukraynayê û 24 personelên di keştiyan jî binçav kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2018, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE