Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku wî ji ber êrîşa Kabulê ku eskerekî Amerîkayê jî tê da mir, hevdîtinên aştiyê yên ku bi Taliban ra dewam dikin, da sekinandin û hevdîtinên veşartî yên dihat plankirin ku îro li Camp Davidê di navbera Serokomarê Efxanistanê Eşref Xanî û hin serkirdeyên Talibanê da çêbibin, hatin betalkirin.
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand, mizakereyên ku bi Talibanê ra dewam dikin, wan da sekinandin.
Serokê Amerîkayê Trump wiha got: "Hin serkirdeyên girîng ên Talibanê û Serokomarê Efxanistanê wê vê yekşemê cuda cuda bihatana Camp Davidê. Ew ê îşeb bihatana Amerîkayê. Lê mixabin bi mebesta ku kozeke xelet bi dest bixin wan (Taliban) li Kabulê êrîşa ku 11 kes û eskerekî me tê da mirin, hilda ser xwe. Min demildest ev hevdîtin betal kir û hevdîtinên aştiyê da sekinandin."
Hefteya çûyî Li Kabula paytextê Efxanistanê nêzî semtê ku mîsyonên dîplomatîk lê ne, bi minîbusa bombebarkirî êrîş hat kirin û 2 eskerên NATOyê jî tê da herî kêm 10 kes hatibûn kuştin.
AA