Donald Trumpê Serokê Amerîkayê diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ew ê biryarnameya koça ber bi Amerîkayî ji bo demekê dide sekinandin îmze bike.
Trump gava teze ya di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da hat avêtin li ser hesabê xwe yê Twitterê îlan kir.
Trump di peyama xwe da ji bo kovîd-19ê got "dijminê nediyar" û wiha nivîsî: "Em di bin êrîşa dijminê nediyar da ne ji bo parastina karê welatiyên Amerîkayê ez ê biryarnameya koça ber bi Amerîkayê dide sekinandin îmze bikim."
Hê nayê zanîn ku Trumpê biryarnameyê kîngê îmze bike û di naveroka wê da çi heye.
Xizmetên vîzeya rutîn hatibûn sekinandin
Rêveberiya Amerîkayê di 18ê adarê da ji ber nexweşiya Kovîd-19ê li hin welatan xizmetên vîzeyê dabû sekinandin.
AA