Trump ji ber êrîşa dijî Balyozxaneya Bağdatê Îran sûcdar kir

Serokê Amerikayê Donald Trump: "İran li Irakê êrîşa dijî Balyozxaneya Amerikayê organîze dike. Ew berpirsiyar e"

Trump ji ber êrîşa dijî Balyozxaneya Bağdatê Îran sûcdar kir

Serokê AmerikaDonald Trump ji ber êrîşa dijî Balyozxaneya Amerikayê ya li Irakê İranê berpirsyar dibîne.

Trump di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê da got ku "İran li Irakê êrîşa dijî Balyozxaneya Amerikayê organîze dike. Ew berpirsiyar e."

Trump der barê êrîşa ku dijî balyozxaneyê hat kirin rasterast İran hedef nîşan da û got ku "İranê personeleke bipeyman kuşt, gelek kes birîndar bûn. Me bi awayekî xurt bersiva vê da, em ê her dem jî bidin. İran niha jî li Irakê êrîşa dijî Balyozxaneya Amerikayê organîze dike. Ew berpirsiyar e. Herwiha em li bendê ne ku Irak jî ji bo parastina Balyozxaneyê hêzên xwe bi kar bîne, me ev ragihande wan."

- Bi sedan kesên dixwazin ku êrîşa ku birêvebiriya Amerikayê bir ser Lîwayên Hîzbullahê yên girêdayî Heşdî Şabiyê protesto bikin danê sibê li ber derê Balyozxaneya Amerikayê ya li Bağdatê kom bibûn.

Xwepêşandêran deriyê balyozxaneya Amerikayê ya li Herêma Kesk a li herêma ku avahiyên hikûmetê lê ne û tê parastin şikandibûn.

Xwepêşandêrên ku dirûşmeyên dijî Amerikayê berz kirin ketibûn avahiya balyozxaneyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE