Trump ji bo ambargoya li ser Îranê biryarek nû derxist

Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "'Îran li ber durêyanekê ye; yan dê çalakiyên bêîstiqrarkirinê û helwestên tehdîdkar bidawî bîne û bi aboriya gerdûnî re bibe yek yan jî dê rastî îzolasyona ekonomîk were."

Trump ji bo ambargoya li ser Îranê biryarek nû derxist

Serokê Amerîkayê Donald Trump, biryarnameyeke nû ya serokatiyê îmze kir û li gor vê yên ku ambargoya li ser Îranê îxlal bikin dê rastî zextê werin.

Ambargoyên nû yên Amerîkayê li Îranê careke din dikevin warê bicihkirinê û Trump ji bo vê biryarnameyeke nû ya serokatiyê îmze kir.

Biryarname ji aliyê Koşka Spî ve hat weşandin û li gor vê wê Amerîka li ser dewlet, sazî û dezgehên ku dolar û metalên biqîmet ên Amerîkayê bigihînin Îranê, karê enerjiyê pê re bikin, bi kesên di lîsteya reş a Amerîkayê de cih digirin re kar bikin û di warê keştîvanî, bendergeh û neqliyatê de pê re bixebitin zextan bisepîne.

Li gor biryarnameyê piştî 7ê tebaxê yên ku bibin arîkar Îran dolarê Amerîkî û malên biqîmet bidest bixe û sponsoriyê bikin, yan jî piştgiriya fînansê bidin, wê rastî ambargoya Amerîkayê werin.

Herwiha yên di warê otomotîvê de bi Îranê re bixebitin jî wê rastî zexta Amerîkayê werin.

Trump, li ser ambargoyan daxuyaniyek da û diyar kir ku ew bibiryar in herkesî qanih bikin ku girêdayî ambargoyan bimînin û yên ku têkiliyên xwe bi Îranê re qut nekin wê bi encamên ciddî re rûbirû bimînin.

Trump got ev biryarname bi biryara 8ê Gulanê re digunce û wiha dewam kir:

"Ez kêfxweş im ku gelek şirketên navneteweyî ragihandin ku ewê ji bazara Îranê vekişin. Hin welatan jî ragihandin ku ewê îdxalata petrola xam ji Îranê kêm bikin û bisekinînin. Em gazî hemû neteweyan dikin ku bi rejima Îranê bidin fêmkirin li ber durêyanekê ye; yan dê çalakiyên bêîstiqrarkirinê û helwestên tehdîdkar bidawî bîne û bi aboriya gerdûnî re bibe yek yan jî dê rastî îzolasyona ekonomîk were. Divê hemû millet ji bo Îran fêm bike gavan biavêjin."

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE