Trump ji bo Amerîka tenê bimîne dibe sedem

Trumpê ku di siyaseta dinyayê da herî zêde li ser wî nîqaş tên kirin hê di sala 2yan a wezîfeya xwe da ye, lêbelê bi nêrîna polîtîka û bazirganiya derva ya xwe va her diçe di qada navneteweyî da welatê xwe bi tenê dihêle.

Trump ji bo Amerîka tenê bimîne dibe sedem

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yê ku di siyaseta dinyayê da herî zêde li ser wî nîqaş tên kirin hê di sala 2yan a wezîfeya xwe da ye, lêbelê bi nêrîna polîtîka û bazirganiya derva ya xwe va her diçe di qada navneteweyî da welatê xwe bi tenê dihêle.

Sazî û peymanên navneteweyî nas nake

Hingî hatiye ser wezîfeyê Amerîka ji Peymana Bazirganiya Serbest a Amerîkaya Bakur (NAFTA) Peymana Avûhewayê ya Parîsê, Peymana Hevkariya Veberhênan û Bazirganya Transatlantîkê (TTIP) û peymana nukleerê ya bi Îranê ra hatibû îmzekirin vekişand. Trump wekî "lîderê sazî û peymanên navneteweyî nas nake" tê zanîn û di raya giştî ya dinyayê da li ser wî gelek nîqaş hene.

Kadîr Ustunê Kordînatorê Ofêsa Washingtonê ya Weqfa Lêkolînên Civakî û Aborî û Siyasî (SETA DC) helwesta Amerîkayê ji nûçegihanê AAyê ra nirxand û got, "Trump naxwaze bi mitefîqên Amerîkayê ra bixebite. Em dikarin vê di mijara Quds û biryarên li ser Îranê da bibînin. Trump dixwaze hem bi mitefîqan ra hem jî bi reqîban ra rû bi rû bixebite."

Trump hêza aboriyê ya Amerîkayê wekî sîlaheke ku li dijî mitefîqên xwe bi kar bîne dibîne, nêrîna wî Amerîkaya dibêjin ew ê dîsa mezin bibe di qada navneteweyî da bi tenê dihêle.

Di biryara Qudsê da bi tenê ma

Trump guh neda aştiya Rojhilata Navîn û aliyê Filistînê û "Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kir" li ser vê gavê ji xêncî Îsraîl û çend welatên girav hemû dinya li dijî biryarê derket.

Di mijara Îranê da ji YEyê veqetiya

Amerîkayê di 8ê gulana 2018an da diyar kir ku ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra hatibû çêkirin vedikişe li ser vê ji Îngiltere, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanyaya aliyên peymanê îtirazên mezin hatin.

Aciziya NY û NATOyê

Trump di mijara NATOyê da her tim dibêje "Em zehf pere didin, bira yên din jî bidin" û bi çavê bazirganiyê li îtifaqê mêze dike, ev jî di nav endamên NATOyê da dibe sedema acizbûnê.

Trump di mijara NYyê da jî wekî NATOyê bi heman awayî tev digere û berjewendiyên aboriya Amerîkayê yên rojane derdixe pêşiyê, ji ber vê jî tê rexne kirin.

"Pêewlebûna bi Amerîkayê kêm bû"

Jacob Kîrkegaardê Pisporê Biqidem ê Petersona Enstîtuya Aboriya Navneteweyî ya ku navenda wê li Washingtonê ye diyar kir ku di heyama Trump da li dinyayê pêewlebûna bi Amerîkayê kêm bû.

Kîrkegaard daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Trump bazirganî û bacên gumrikê wekî amûra polîtîkayê bi kar tîne û wiha axivî: "Dibê tu welatek gotinên Trump û nêrîna wî ya li ser peymanên navneteweyî wekî xanê dike qebûl neke. Ji ber serokekê bêfikir û her tim diguhere Amerîka pêewlebûna xwe winda dike."

Şerê bazirganiyê hetanî ku?

Trump di polîtîkaya derva da dibêje "Pêşiyê Amerîka", "Bi Tenê Amerîka" ev jî tesîrê li ser bazirganiya navneteweyî ya Amerîkayê dihêle.

Di 23yê adarê da baca gumrikê ya pola ji sedî 25, baca gumrikê ya alumînyum ji sedî 10 hat zêdekirin. Ji ber vê jî Çîna reqîbê Amerîkayê, welatên YEyê, Kanada, Meksîka û Tirkiyeya mitefîqê NATOyê avêt qutba li hember.

Ji ber vê jî hilberînerên li Amerîkayê yên bi pola û alumînyumê amûrûn çêdikin ketin tengasiyê.

Bi Çînê ra şerê bazirganiyê

Di vê pêvajoyê da Amerîka bi Çînê ra kete şerekê mezin ê aboriyê, li hemberî biryara zêdekirina baca gumrikê ya li ser pola û alumînyumê Pekînê baca gumrikê ya li ser 128 berhemên Amerîkayê ji sedî 15 û 25 zêde kir.

Alternatîfên xêncî Amerîkayê

Di dema van geşedanan da derket holê ku Amerîka bêalternatîf nîne, êdî gelek rê li ber hêzan hene.

Şerê bazirganiyê yê Trump li dijî Çîn û YEyê mezin dibe, di heman demê da Rûsya û Çînê diyar kirin ku ew ê di bazirganiya navbera xwe da Yuanê Çînê bi kar bînin. Îrana li dijî mueyîdeyên aboriyê yên Amerîkayê amadehiyan dike jî gavan diavêje ku bi Çîn û Hindistanê ra têkiliyên siyasî û bazirganiyê zêde bike.

Amerîka bi tenê dimîne

Marc Fînaudê Serşêwirmendê Navenda Polîtîkayên Ewlekariyê ya Cenevreyê mijar ji nûçegihanê AAyê ra analîz kir û got her çiqasî li gor Amerîkayê mijara pirsgirêka bazirganiyê şexsî be jî dibê mijarê li Rêxistina Bazirganiyê ya Dinyayê çareser bike.

Welhasil Trumpê ji nika va bû serokê Amerîkayê yê ku herî zêde li ser nîqaş hatin kirin, ne bi tenê reqîbên Amerîkayê di heman demê da mitefîqên Amerîkayê jî ji xwe dûr dixe û ev jî Amerîkayê bi tenê dihêle.

AA 

Dîroka nûkirinê: 17 Tebax 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE