Trump ji bo berhemên Çînê terîfeya gumrikê ji sedî 5 zêde kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "Em ji Çînê ji bo berhemên ku bihayê wan 250 milyar dolar digire sedî 25 baca gumrikê distînin. Em ê vê terîfeyê ji 1ê cotmehê şûn da ji sedî 5 zêde bikin."

Trump ji bo berhemên Çînê terîfeya gumrikê ji sedî 5 zêde kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew ê ji sedî 5 baceke din jî bidin ser berhemên ku ji Çînê îtxal dikin.

Trump li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek parve kir û got Amerîka her sala bi sed milyaran zirar dike û îdia kir ku sedama vê jî polîtîkayên rêveberiyên beriya wî ne.

Trump wiha got: "Ji bo bazirganiyeke biedalet divê hevkêşî hebe. Çînê ji bo berhemên Amerîkayê terîfeya baca gumrikê zêde kir. Divê ev tişt nekiriba."

Trump got ku ew jî ji 1ê cotmehê şûn da terîfeya baca gumrikê wê ji bo berhemên Çînê zêde bikin û wiha axivî:

"Em ji Çînê ji bo berhemên ku bihayê wan 250 milyar dolar digire sedî 25 baca gumrikê distînin. Em ê vê terîfeyê ji 1ê cotmehê şûn da ji sedî 5 zêde bikin û derxin ji sedî 30. Em ji berhemên ku bihayê wê 300 milyar dolar digire ji sedî 10 bacê distînin. Em ê terîfeyê vê bacê jî derxin ji sedî 15. Ez ji ber eleqeya wan spas dikim."

- Rageşiya bazirganiyê ya di navbera Çîn û Amerîkayê da

Serokê Amerîkayê Donald Trump serê meha borî daxuyandibû ku wan ji bo berhemên Çînê yên bihayê wan qasî 300 milyon dolarî ne ji sedî 10 baca zêde danîne û ew ê ji 1ê Îlonê pê va bikeve rewacê.

Rêvebiriya Pekînê jî li ser vê gotibû ewê jî li hemberî vê tevgerê bi mislê wê gavan biavêjin. Çînê jî li ser vê duh ji bo berhemên ku ji Amerîkayê tên û 75 milyar dolar digirin wê terîfeya baca gumrikê ji sedî 5ê derxin ji sedî 10an. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE