Trump ji bo Roja Minetdariyê du elok efû kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump di merasima kevneşop a ku beriya Roja Minetdariyê hat lidarxistin da du elokên bi navê "Rûnê Nivîşk" û "Nan" efû kir.

Trump ji bo Roja Minetdariyê du elok efû kirin

Merasim her sal wek kevneşop li Qesra Spî tê lidarxistin û Trump bi Melania Trumpa jina xwe va beşdar bûyê û du elokên ku nêzî 21 kîloyî ne û li eyaleta Carolînaya Bakur hatine xayîkirin û mezinkirin, efû kirin. Elok şandin çewlikeke eyaleta Virginiayê.

Trump li vê derê axivî û li ser mijara lêpirsîna ezilkirinê ya ku der heqê wî da hatiye vekirin, henek kir û wiha got, "Ev hewyan ji bo ku her wext feqîr bimînin hatine xayîkirin/perwerdekirin. Ev pir girîng e, lewra niha zûda gazî wan kirine ku di lêpirsîna ezilkirinê da derkevin pêşiya Adam Schiffê Serokê Komîteya Îstixbaratê yê Meclisa Nûneran da ku îfadeyê bidin."

Trump îdia kir ku ew gelek kesên ku di lêpirsîna Meclisa Nûneran da îfadeyê didin, şexsî nas nake û wiha got, "Demokrat min sûcdar dikin ku ez li hemberî elokan pir sernerm im. Lê Ez dikarim ji Nan û Rûnê Nivîşk ra vê yekê bêjim ku berevajî şahidên beriya wan, ez û hûn bi rastî jî hev nas dikin."

Li Amerîkayê her sal pêncşema dawîn a mijdarê wek Roja Minetdariyê tê pîrozkirin. Li Qesra Spî kevneşopiya efûkirina elokan ji 1963yan vir va ango ji serokatiya John F. Kennedy vir va dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE