Trump ji bo Sûriyeyê spasiya Erdogan kir

Serokê DYAyê Donald Trump ji ber karê ku li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê kir, spasiya Serok Recep Tayyip Erdogan kir.

Trump ji bo Sûriyeyê spasiya Erdogan kir

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji aliyê Serokê DYAyê Donald Trump ve bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin.

Serok Erdogan û hevjîna wî Emine Erdogan ku dema hatina Qesra Spî bi qitaya merasimê hatin pêşwazîkirin, waqatê ji otomobîla meqamê jî daketin, destê Serokê DYAyê Trump û hevjîna wî Melania Trump tewqe kirin û silav dan rojnamevanan.

Erdogan pişt re lênûska şerefê îmza kir û ji bo hevdîtina dualî derbasî Ofîsa Oval bûn.

Hevdîtina Erdogan û Trump bi dema Tirkiyeyê seat 20.13an dest pê kir.

- "Agirbest tê parastin"

Serokê DYAyê Trump destnîşan kir ku "agirbesta" ku di encama li hevkerina Tirkiye û DYAyê di mijara bakurê rojhilatê Sûriyeyê de hat kirin, tê parastin û wiha got, "Em digel Kurdan (YPG/PKK)ê diaxivin, gelekî kêfxweş xuya dikin."

Trump anî ziman ku naxwazê di warê parastina sînorên bi qasî "7 hezar mîl" dûr bitirse û got, "Ji ber karê ku (li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê) kir, ez careke din dixwazim spasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan bikim."

Trump îfade kir ku ji tarîxa li herêmê fam dike û got, "Pirsgirêkên wan (Tirkiye û YPG-PKK) hene ez fam dikim. Li wê herêma ku em li ser diaxivin, ji Tirkiyeyê jî gelek mirovan canê xwe ji dest da. Em neçarin derbarê vê de jî tiştinan bikin. Ev rêyeke yekroyî nîne."

- "Qebareya bazirganiya dualî bi asanî dikare bigihije 100 milyar dolarî"

Trump tekezî li wê yekê kir ku hewla berfirehkirina qebareya bazirganiya di navbera Tirkiye û DYAyê de didin û got, "Em di wê fikrê de ne ku em dikarin qebareya bazirganiyê ya digel Tirkiyeyê derxînin 100 milyar dolarî. Qebareya me ya bazirganiyê nuha 20 milyar dolar e lê ev reqam bi asanî dikare bigihije 100 milyar dolarî."

Serokê DYAyê Trump bal kişand ser wê yekêku DYAyê Ebûbekir Bexdadiyê serkirdeyê DEAŞê girtine û got, "Tirkiyeyê di serdema dawîn de zêdetir ji 100 şervanên DEAŞê girt û li wan miqate ye."

- "Emê îro li ser mijara S-400 û F-35an biaxivin"

Trump, tekezî li wê yekê jî kir ku digel Serokomar Erdogan dê îro li ser mijara S-400 û F-35an biaxivin.

Ji aliyekî din ve Serokê DYAyê Trump lêpîrsîna ezlê ya li dijî xwe weke "nêçîra caduyan" binav kir û destnîşan kir rûniştinîn ji raya giştî re vekirî yên di çarçoveya lêpirsînê de naşopîne."

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2019, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE