Trump ji bo xwepêşandanên li Washîngtonê 10 hezar esker xwest

Hat îdakirin Qesra Spî ji ber xwepşandanên piştî kuştina George Floydê çêrmreş dest pê kirin ji artêşê 10 hezar esker ji Washîngtonê ra xwest.

Trump ji bo xwepêşandanên li Washîngtonê 10 hezar esker xwest

Li gor nûçeya CNNê ya ku rayedarekî payebilind yê ji parastinê xwe ra kiriye çavkanî, rêvebiriya Donald Trump 10 hezar esker ji bo Washîngtonê xwest. Lê Wezîrê Parastinê Mark Esper û Sererkan Mark Milley li hember vê daxwazê derketin û nexwestin artêş di van xwepêşandanan da bê bikaranîn.

Di nûçeyê da hat gotin Esper 1600 esker şand Washîngtonê, lê li wir 5 hezar mihafizên neteweyî hene û hewcedariya eskeran tune, jixwe ew ji roja pêncşemê pê va ji bajêr derdikevin.

Hat gotin di navbera Sererkan Mark Milley û Trump da axaftineke tund derbas bûye û Mîlley gotiye hewcedarî tune ku esker bên şandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE