Hat ragihandin, di zîrweya duyemîn a ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û pêşengê Koreya Bakur Kim Jong-un li Hanoiya paytextê Vietnamê dikin da tu lihevkirin çênebû.
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê diyar kir ku di hevdîtina ku Serok Trump û pêşengê Koreya Bakur Kim da tu lihevkirin çênebû, lê hevdîtinên navbera herdu welatan wê di paşerojê da dewam bikin.
Sandersê diyar kir Trump û Kim ji bo ku Nîvegrava Koreyê ji çekên nukleerê were safîkirin, hevdîtin kirin û wiha dewam kir, "Vê gavê tu lihevkirin çênebû, lê nûnerên herdu welatan wê hevdîtinan bikin."
Sandersê ji bo hevdîtina navbera herdu pêşengan jî got, "pir baş û erênî" derbas bû.