Trumpê ku bi Kovîd-19ê ketibû ji nexweşxaneyê derket

Trumpê ku bi Kovîd-19ê ketibû ji nexweşxaneyê derket

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Nexweşxaneya Eskerî ya Walter Reedê ku tê da tedawiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dibû, derket.

Ji bo Trump teşxîsa Kovîd-19ê hat danîn û Trump ji 2yê cotmehê roja înê vir va di Nexweşxaneya Eskerî ya Walter Reedê tedawî dibû. Îro bi pesendkirina doxtoran ji nexweşxaneyê derket.

Trump wexta ku ji nexweşxaneyê derket taxime kinc lê bû û maske li ber dêv bû. Meşiya û ji nexweşxaneyê derket, tiiliya xwe ya beranê ji nîşanî rojnamegerên ku li bendê bûn da û weke ku bêje "her tişt baş e,  pirsgirêk tune, pir baş im".

Trump li wesayîta taybet siwar kirin û heta firokeya ku li benda wî bû birin. Ji nexweşxaneya ku li Marylandê ye birin Qesra Spî a li Washîngton DCyê.

Tedawiya Trump wê di avahiya wî ya nav Qesra Spî da dewam bike.

Trump şeva înê li ser hesabê xwe daxuyand ku bi vîrusê ketiye û roja înê ew rakiribûn Nexweşxaneya Eskerî ya Walter Reedê.

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê danê nîvro daxuyandibû ku "Ez ê îro di saet 6.30î da ji Nexweşxaneya Eskerî ya Walter Reedê derkevim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE