Trump kulîsa Netanyahu ya li Qesra Spî red kir

Derket meydanê ku rayedarên Amerîkayî li ser navê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji Serok Donald Trump xwestine ku rê li ber alîkariyên seba hêzên ewlehiyê yên Filistînê veke.

Trump kulîsa Netanyahu ya li Qesra Spî red kir

Rayedarên Amerîkayî ji Serok Donald Trump ra gotine ku bira rêya alîkariyên seba hêzên ewlehiyê yên Filistînê veke, lewra ev seba Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu girîng e û Trump jî wiha gotiye, "Madem ev alîkarî seba Netanyahu pir girîng in, nexwe bira Netanyahu perê wan bide."

Li gor malpera nûçeyan a Axiosa Amerîkan, Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê tesbît kir ku alîkariya 12 milyon dolarî ya ku divê 6 meh berê ji Filistînê ra bihata kirin, nehatiye birîn, lê ji alîkarî ji rêvebiriya Filistînê ra jî nehatiye şandin.

Balyozê Washingtonê yê Îsraîlê Ron Dermer û rayedarên din ên Îsraîlî xwestine ku van alîkariyan bidin hêzên ewlehiyê yên Filistînê yên li Şerîeya Rojava wezîfedar in. Wezareta Karên Derva li ser daxwaza rayedarên Îsraîlî ev yek ferq kiriye.

Rayedarên Îsraîlî gotine ku dayîna van alîkariyan seba Netanyahu girîng e, Wezareta Karên Derva jî gotiye ku ev biryar di destê Trump da ye.

- Li Qesra Spî kulîsa Netanyahu

Axios nûçeya xwe dispêre rayedarên Amerîkayî û dibêje rayedarên payebilind ên Qesra Spî ji Trump ra dibêjin ev 12 milyon dolar seba Netanyahu pir girîng e û jê xwestine ku van alîkariyan bidin rêvebiriya Filistînê.

Rayedaran got ku Trump di vê mijarê da qanî nebû û wiha gotiye, "Madem ev alîkarî seba Netanyahu pir girîng in, nexwe bira Netanyahu perê wan bide."

Rêvebiriya Trump du sal in alîkariyên ku ji Filistînê ra dihatin kirin peyderpey dabûn sekinandin.

Tê zanîn ku Binyamîn Netanyahu di birîna van alîkariyan da rol leyîstiye.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE