Trump: li gor texmînan 60-65 hezar kes dê bi vîrusê bimrin

Trump di civîna çapemeniyê ya Hêza Wezîfeya têkoşîna Dijî Kovîd-19ê li Qesra Sipî li dar xist da rojev nirxand.

Trump: li gor texmînan 60-65 hezar kes dê bi vîrusê bimrin

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got bawer dike ku zêdebûna nexweşiya vîrusa koronayê ya tîpa nû (kovîd-19) li welêt kêm bû û berê texmîn dikirin ku gelek kesê bimrin lêbelê nika hêvî ew e ku ji ber nexweşiyê 60-65 hezar kes bimrin.

Trump di civîna çapemeniyê ya Hêza Wezîfeya têkoşîna Dijî Kovîd-19ê li Qesra Sipî li dar xist da rojev nirxand.

Trump got ku di dawiya tunelê da ronahî heye û wiha pê da çû: Me bi tevdîran heyata bi milyanan welatiyî xilas kir. Hetanî demeke nêz dihat texmînkirin ku ji ber vîrusê 100-240 hezar kesê bimrim. Lêbelê êdî difikirin ku 60-65 hezar kesê bimrin."

Trump got waliyên hin eyaletan gelekî baş xebitîn û got, "Li gor min zêdebûna nexweşiyê xilas bû."

Ji bo sektora cotkariyê paketa 19 milyar dolarî

Wekî mayîn Trump diyar kir ku ji bo cotkarên Amerîkayê yên ji ber vîrusê tengasiyê dikişînin paketê alîkariyê eşkere dikin û wiha axivî: "Îro Wezareta Cotkariyê paketa 19 milyar dilarî eşkere kir. Em ê bi vê bernameyê pere rasterast bidin cotkaran. Wekî mayîn ji bo bidin xêrîdaran jî em ê gelek goşt, şîr û xurekê bistînin."

Trump got armanca wan ew e ku kapasîteya testê ya eyaletan zêde bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE