Trump: Obama bi PKKya dijminê Tirkiyeyê ra li hev kir

Trump îro li Qesra Sipî biryara xwe ya der heqê Sûriyeyê da nirxand.

Trump: Obama bi PKKya dijminê Tirkiyeyê ra li hev kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo YPGyê rasterast peyva PKKê anî ziman û wiha axivî: "Dema wekî heyama Obama tu rabî bi PKKya dijminê Tirkiyeyê ra hevkariyê bikî ev rewşeke zor e. Demeke dirêj e rikê wan ji hev tê."

Trump îro li Qesra Sipî biryara xwe ya der heqê Sûriyeyê da nirxand.

Di axaftina xwe da Trump destnîşan kir ku biryara wî rast e û got: "Êdî qewlê qedandina vî şerê ku dawî lê nayê hatiye." 

Trump di şûna YPGyê da rasterast peyva PKKyê bilêv kir û wiha pê da çû: "Dema wekî heyama Obama tu rabî bi PKKya dijminê Tirkiyeyê ra hevkariyê bikî ev rewşeke zor e. Demeke dirêj e rikê wan ji hev tê."

Serokê Amerîkayê Trump hebûna Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn wek "xeletiya herî mezin" nirxand.

"Em avêtin nava vî şerî"

Serokê Amerîkayê Trump destnîşan kir ku ji bo bakurê Sûriyeyê ev 3 sal in bi Tirkiyeyê ra hevdîtin tên kirin û wiha pê da çû: "Tirkiye bi salan e (ji bo Amerîka eskerên xwe ji herêmê vekişîne) vê dixwaze. Ew (Tirkiye û PKK) bi salan e şer dikin. Em avêtin nav vî şerî. Lazim bû ev yek bi tenê 30 rojan dewam bike lê bi salan e em li wê derê ne. Niha divê bi hemû aliyan ra hevdîtin bê kirin û em ji wê derê veqetin. Me ji Erdogan ra got ku hisiyata me çi ye lê em bi herdu aliyan ra jî xeberdidin. Eskerê me li herêmê tuneye û êdî em ji şerên dawî lê nayê vedikişin."

Ji bo DEAŞê daxuyanî

Trump ragihand ku Amerîkayê gelek mensûbên DEAŞê qefalt û wiha domand: "Guhê Kurdan li ser van mensûbên DEAŞê ye û heke ew nebin wê guhê Tirkiyeyê li ser wan be. Tirkiye jî mîna me naxwaze ew li derva bigerin." 

Serokê Amerîkayê Trump der barê gefên xwe yên li Tirkiyeyê kir da jî got: "Min di bûyera Keşe Brunson da ev kir. Ez wisa bawer dikim ku Erdogan wê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê maqûl tevbigere ez wisa hêvî dikim."

"PKK bi me ra xebitî"

Trump destnîşan kir ku Kurd axa xwe diparêzin û wiha pê da çû: "Di Şerê 2yemîn ê Dinyayê da gelê Kurd alî me nekir. Li Normandiyayê alî me nekirin. Di mijara axa xwe da ji me ra bûn alîkar. Ev tiştekî dine. Me ji bo Kurdan cebilxaneyeke pir mezin û gelek jî pere xerc kir. Digel vana ez ji Kurdan hez dikim. Lê li wê derê fraksiyonên curbecur hene. Mesela PKK heye û ew rêxistineke cihê ye. Ew bi me ra xebitîn. Komeke dijwar in lê bi me ra xebitîn. Ew ji bo axa xwe şer dikin."

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE