Trump piştî qedexeya Twitterê sepana xwe ya medyaya civakî ava kir

Ev sepana ji hêla şirketa Appleê va di App Storeê da wê bê bikaranîn niha ji hêla kesan va sînordarkiriye wê di nav 10 rojan da ji bo her kesî bê vekirin.

Trump piştî qedexeya Twitterê sepana xwe ya medyaya civakî ava kir

Ji ber ku Twîtterê hesabê Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump salekê da rawestandin wî bi navê "Truth Social" sepaneke medyaya civakî da amadekirin.

Ev sepana ji hêla şirketa Appleê va di App Storeê da wê bê bikaranîn niha ji hêla kesan va sînordarkiriye wê di nav 10 rojan da ji bo her kesî bê vekirin.

Piştî ku ev sepan hat vekirin û gelek kesan eleqe nîşan da pirsgirêk çêbû. Li ser vê ji sepanê peyameke wiha gihîşt bikarhêneran: "Ji ber eleqeyeke mezin me we hilda lîsteya bendêmayînê. Em we hez dikin."

Sepanên Twitter, YouTube û Facebookê di 6ê Çileya Paşîn da hesabên Trump ji ber ku ew beşdarî bûyerên avêtina ser Kongreyê bûye û di hilbijartinên 2020î da bêrêtî kiriye dabûn rewastandin

Trump jî di Sibata 2021î da şirketa Koma Teknolojî û Medyayê (TMTG) ava kiribû û daxuyandibû ku ew ê di bin banê wê da sepaneke medyaya civakî ya bi navê "TRUTH Socîal" ava bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE