Trump piştî êrîşên li ser 2 baregehên Amerîkayê yên li Iraqê daxuyanî da

Trumpê Serokê Amerîkayê piştî êrîşa Îranê bir ser baregehên Amerîkayê li ser Twitterê daxuyanî da. Trump piştî êrîşê li Qesra Sipî bi Konseya Ewlekariya Neteweyî ra civiya, bi peyîvên di peyama xwe da nivîsî va helwesteke rihet nîşan da.

Trump piştî êrîşên li ser 2 baregehên Amerîkayê yên li Iraqê daxuyanî da

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê der barê êrîşên birin ser 2 baregehên Amerîkayê da got, "Fuzeyên ji Îranê hatin avêtin li 2 baregehên li Iraqê ketin. Xebatên tesbîta zirarê dewam dikin.Hetanî vê gavê her tişt baş e."

Trumpê Serokê Amerîkayê piştî êrîşa Îranê bir ser baregehên Amerîkayê li ser Twitterê daxuyanî da. Trump piştî êrîşê li Qesra Sipî bi Konseya Ewlekariya Neteweyî ra civiya, bi peyîvên di peyama xwe da nivîsî va helwesteke rihet nîşan da.

Trump destnîşan kir ku ew ê der barê mijarê da şebeqê daxuyaniyê bide û wiha got: "Her tişt di rê da ye. Fuzeyên ji Îranê hatin avêtin li 2 baregehên li Iraqê ketin. Xebatên tesbîta zirarê dewam dikin. Hetanî vê gavê her tişt baş e. Em xwediyê artêşa herî hêzdar a dinyayê ne."

FAAyê sînor da ser teyareyên Amerîkayê yên Îran û herêmê

Wekî mayîn Îdareya Hewadariya Federal a Amerîkayê daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir ku Amerîkayê firînên teyareyên xwe yên li Îran, Iraq, Kendava Îranê û Kendava Umanê ji ber "rewşa acil" da sekinandin.

Saziyê bal kişand ku rageşiya di navbera Amerîka û Îranê da û êrîşên bi fuzeyan ên Îranç ji bo hewadariya sivîl a li herêmê xeternak e, rewşa li herêmê ji nêz va teqîb dikin.

Di daxuyaniya Artêşa Mihafizên Artêşa Îranê da jî hatibû destnîşankirin ku di çarçoveya "operasyona heyfê" ya General Qasim Sillêmanî da ji beja bi dehan fuze avêtin Baregeha Hewayê ya Eyn el-Esed a li Iraqê ya Amerîkayê.

Pentagonê jî gotibû ku Îranê ji 12an zêdetir fuzeyên balistîk avêtin baregehên el-Esed û Erbîlê yên li Iraqê yên ku eskerên Amerîkayê lê hene.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE