Donald Trumpê Serokê Amerîkayê Qanûna Parastina Sivîlên Sûriyeyê ya Caeser ya dibêje ji ber sûcê şer ê li Sûriyeyê mueyîdeyan bidin ser rejima Beşar Esed û eskerên peretî yên biyanî tesdîq kir.
Qanûna Parastina Sivîlên Sûriyeyê ya Caeser tevlî budçeya parastinê ya 2020î ya Amerîkayê kirin û Trump îmze kir.
Qanûna hat derxistin îmkanê dide ku rejima Esed ji ber sûcê şer ê di 8 salên dawîn da hatin kirin berpirsyar were girtin.
Ji bo bîranîna polêsê eskerî yê bi navê Caesar ê ku wêneyên êşkenceyê û sûcê dijî mirovahiyê yê rejima Esed derxistin holê navê qanûnê jî danîn Caesar. Li gor vê qanûnê şervanên biyanî yên alîkariyê didin sûcê şer ê rejima Esed jî di çarçoveya qanûnê da ne û mueyîdeyan didin ser wan jî.
Qanûn dibêje ku Beşar Esedê qelîama sivîlan kir jî tev rayedarên payebilind ên eskerî yên rejimê, rayedarên sivîl, şervanên peretî yên ji Îran û Rûsyayê jî di tesîra mueyîdeyan bimînin.
Di qanûnê da gelek caran balê dikişînin ser Rûsya û Îrana piştgiriyê didin rejima Esed, tê gotin ku alîkariya herdu welat didin rejima Esed jî ew ê di çarçoveya mueyîdeyan da were nirxandin.
AA