Trump qaşo plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn eşkere kir

Serokê DYAyê Donald Trump daxuyand ku di çarçoveya qaşo plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn de dê Kudüs weke paytextê yekparçe yê İsrailê bê qebûlkirin.

Trump qaşo plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn eşkere kir

Serokê DYAyê Donald Trumpdaxuyand ku di çarçoveya qaşo plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn de dê Kudüs weke paytextê yekparçe yê İsrailê bê qebûlkirin.

Serokê DYAyê Donald Trump digel Serokwezîrê İsrailê Binyamîn Netanyahû li Qesra Spî civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist û bi awayekî yek alî plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn ragihand.

Trump destnîşan kir ku plana qaşo ya aşitiyê 80 rûpel e û plan him ji bo aliyê İsrailê û him jî yê Filistinê maddeyên gelekî biqîmet di xwe de digire.

Trump di destpêka axafitna xwe de daxuyand ku di çarçoveya qaşo plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn de dê Kudüs weke paytextê yekparçe yê İsrailê bê qebûlkirin. Herwiha anî ziman ku ji bo Filistinê jî Dewleteke Serbixwe ku paytexta wê Rojhilatê Kudüsê pêş dibîne lê derbarê ka paytext bi teqez dê kuderê be agahî neda.

Li gorî qaşo plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna şert û mercan ku Filistin bibe dewleteke serbixwe, pêvajoyeke 4 salî lazim e.

Trump herwiha got ku qaşo plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn ji bo Filistineke serbixwe û Filistiniyan "şansê dawîn" e.

Netanyahû: Dê İsrail serweriya xwe ya li ser Newala Urdinê bidomîne

Serokwezîrê İsrailê Netanyahû jî daxuyand ku di çarçoveya qaşo plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn ya DYAyê de dê meskenên (Cihû yên li Rojavayê Şerieyê) weke axa İsrailê nas bike.

Netanyahû daxuyand ku li gor plana Trump dê İsrail serweriya xwe ya li ser Newala Urdinê bidomîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE