Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku Sûdan dê 335 milyon dolar weke tazmînet bide qurbaniyên terorê yên DYAyî û malbatên wan herwiha dê ew jî Sûdanê ji lîsteya "Welatên Piştevanên Terorê" derxe.
Trump di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de wiha got, "Hikûmeta nû ya li Sûdanê razî bû ku 335 milyon dolar weke tazmînet bide qurbaniyên terorê yên DYAyî û malbatên wan. Dema ev pere hat dayîn, ezê Sûdanê ji lîsteya "Welatên Piştevanên Terorê" derxim."
Trump destnîşan kir ku ev gav ji bo hemî gelê Amerîkayê "edalet" e û ji bo Sûdanê jî gaveke mezin e.AA