Trump: Îran bi agir dilîze

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji bo Îrana diyar kir ku ji lîmîta stoqa uranyuma dewlemendkirî derbas bû got, "Bi agir dilîzin"

Trump: Îran bi agir dilîze

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji bo Îrana diyar kir ku ji lîmîta stoqa uranyuma dewlemendkirî derbas bû got, "Bi agir dilîzin".

Trumpê Serokê Amerîkayê di merasima îmzeyê ya li Qesra Sipî da biryara Îranê ya zêdekirina stoqa uranyuma dewlemendkirî nirxand.

Trump got ku biryar tu carî nayê qebûlkirin, rêveberiya Îranê qesd kir û got, "Bi agir dilîzin".

Rêveberiya Îranê diyar kiribû ku lîmîta stoqa uranyuma dewlemendkirî ya ku di peymana nekleerê da dibêje 300 kîlo ye, zêde kirin.

Di Farsa ajansa nîvfermî ya Îranê da hatibû diyarkirin ku rêveberiya Tehranê lîmîta stoqa uranyuma dewlemendkirî derxiste ser reqema di peymana nukleerê da hatiye eşkerekirin. Li gor peymanê dibê ji 300 kîloyî zêdetir uranyuma dewlemendkirî neyê stoqkirin.

Qesra Sipî û Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser biryara Îranê daxuyanî dabûn û Îran şermezar kiribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 10:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE