Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku li Amerîkayê di hefteyeke dawîn da encamên pozîtîf ên testên vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) ji sedî 38an daket ji sedî 28an.
Trump di civîna çapemeniya rojane ya Hêza Wezîfedar a Têkoşînê ya bi Kovîd-19ê ra ku li Qesra Spî hat kirin da rojevê nirxand.
Di nirxandina xwe da Trump diyar kir ku ew ji bo aboriya nivê eyaletên di çarçoveya plana xebatê ya Qesra Spî weşand da tevgeriyan bi saz bikin, dixebitin.
Serokê Amerîkayê Trump got ku belavbûna şewba Kovîd-19ê li eyaletan kêm bûye û wiha domand: "Welatê me niha di asteke baş da ye. Di hefteyeke dawîn da li seranserê welêt encamên pozîtîf ên testên vîrusa koronayê ya bi tîpa nû ji sedî 38an daket ji sedî 28an. Rêjeya waqieyên li New Yorkê ji sedî 50 daket û rêjeya miriyan jî daket ji sedî 40î. Li Louisianayê jî jimara weqayên pozîtîf ji sedî 25an daket ji sedî 15an. Li 18 eyaletan jimara waqieyên pozîtîf dadikeve."
- "Çavê hemû dinyayê li ser me ye"
Trump destnîşan kir ku aboriya Amerîkayê wê zû bi ser xwe da bê û ji rojên berê çêtir be û wiha domand: "Çavê hemû dinyayê niha li ser me ye, têlefonî me dikin û rêzê nîşanî tiştên em dikin, didin."
Alîkarê Serokê Amerîkayê Mike Pence jî got ku ew testên bi mebesta waqieyên Kovîd-19ê tespît bikin li seranserê welêt didomînin û wiha pê da çû: "Heta niha me ji bo 5,1 milyon kesî test da kirin. Gava jimara testan zêde dibe jimara waqieyan jî zêde dibe. Lê bila mirov ji ber van reqaman netirsin. Di jimara nexweşên acîl û kesên li nexweşxaneyê tên tedawîkirin da daketin heye."AA