Serokê Amerîkayê Donald Trump Mistefa el Kazimiyê ku kabîneya wî li meclisê hat qebûlkirin û ew bû Serokwezîrê Iraqê pîroz kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hat gotin Trump telefonê Kazimî kir û ji ber serokwezîrtiya wî ew pîroz kir.
Trump got di têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ew piştgiriyê dide Iraqê û di têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê da jî berjewendiyên wan ên hevpar hene.
Trump ji Kazimî ra got daxwaza gelê Iraqê reform û hilbijartine berwext a meşrû ye ku divê ew bên kirin. AA