Trump vîzeyên penaberî û xebatê ji bo heta dawiya salê rawestandin

Trump biryarnameyeke nû îmze kir ku maweya wê biryarnameya ku 22yê nîsanê da îmze kiribû heta dawiya salê dirêj dike.

Trump vîzeyên penaberî û xebatê ji bo heta dawiya salê rawestandin

 Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameya sînordarkirina hatina penaberan ya ji bo welêt îmze kir ku biryarname, hin vîzeyên xebatê jî dihewîne û ji bo heta dawiya salê li dar e.

Trump biryarnameyeke nû îmze kir ku maweya wê biryarnameya ku 22yê nîsanê da îmze kiribû heta dawiya salê dirêj dike. Li gorî biryarnameyê dê destûr neyê dayîn ku penaberên nû bên welêt û her wiha biryarname hat berfirehkirin û hin vîzeyên din jî lê hatin zêdekirin.

Trump di biryarnameyê da destnîşan kir ku ji ber Kovîd-19ê li welêt pirsgirêka bêkariyê serî hilda, lewma di qadên nû yên îstixdamê da divê pêşanî ji bo welatiyên Amerîkayê be.

Bi biryarnameya ku Trump îmze kir va kesên ku vîzeya wan a penaberiyê heye nikarin heya dawiya 2020î biçin Amerîkayê, ji xeynî vê hin vîzeyên xebatê jî li biryarnameyê hatin zêdekirin.

Vîzeyên H-1B, H-2B, H-4, L-1 ew kategorî ye ku "vîzeya ji bo penaberan nîne" û hin vîzeyên J-1 jî li biryarnameyê hatin zêdekirin.

- Kê van vîzeyan distîne?

Li Amerîkayê vîzeya H-1B didin koma "karkerên pispor" û ji bo jinên van karkeran jî vîzeya H-4 tê dayîn.

Vîzeya H-2B didin karkerên demsalî, ya L-1 didin wan rêvebiran ku ji hêla şirketa ku jê ra dixebitin bo pozîsyona dervayî welêt tên tayînkirin.

Vîzeya J-1 jî didin kesên ku beşdarî bernameyên perwerdeyê yên wekî staj, xebat û seyahet û kampên perwerdeyê dibin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE