"Tu kes nikare gelê Filistînê ji axa wan derxe"

Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas got ku tu kes nikare gelê Filistînê ji axa wan derxe û hin kesên din li ser axa wan bi cih bike. 

"Tu kes nikare gelê Filistînê ji axa wan derxe"

Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas got ku tu kes nikare gelê Filistînê ji axa wan derxe û hin kesên din li ser axa wan bi cih bike. 

Ebas li Ramallaha bajarê Şerîeya Rojavaya ku hatiye dagirkirin nimêja eydê kir. Ebas piştî nimêjê daxuyanî da rojnamevan û wiha got:

"Em li vir in. Bi sebr û bi berxwedan em li ser axa xwe ne. Tu kes nikare gelê Filistînê ji axa wan derxe û şûna wan hin kesên din li vir bi cih bike. Em nahêlin tu kes heqê me bixwe."

Ebas got heta ku dewleteke Filistînê ya ku paytextê wê Quds e were avakirin ew ê "li vir bin." Ebas eyda gelê Filistînê û hemû alema Îslamê pîroz kir. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE