"Tu welatê NATOyê bi qasî Tirkiyeyê rastî êrîşên terorê nehat"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg: "Tu welatekî endamê NATOyê bi qasî Tirkiyeyê rastî êrîşên teror nehat"

"Tu welatê NATOyê bi qasî Tirkiyeyê rastî êrîşên terorê nehat"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku tu welatekî endamê NATOyê bi qasî Tirkiyeyê rastî êrîşên teror nehat.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg daxuyanî da rojnameya Bild am Sonntagê û got ku li bakurê Sûriyeyê tundî kêm dibe û ev ji bo çareseriyeke siyasî dikare hewildanan jî bi xwe ra bîne.

Stoltenberg wiha got: "Divê meriv qebûl bike ku Tirkiye mitefîqekî girîng e. Di têkoşîna dijî DEAŞê da û di têkbirina fîzîkî ya qaşo xîlafetê da Tirkiyeyê bi awayekî biryardarî piştgirî da. Tu mitefîqî bi qasî Tirkiyeyê penaberên Sûriyeyî hilneda. Tirkiyeyê 3,6 milyon Sûriyeyî hildan û ti welatekî endamê NATOyê bi qasî Tirkiyeyê rastî êrîşên teror nehat."

Ji Jens Stoltenberg ra pêşniyaza Wezîrê Parastina Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer ya li bakurê Sûriyeyê herêma ewle ya navneteweyî hat bibîrxistin û Stoltenberg diyar kir, ew pêşniyazê bi kêfxweşî pêşwazî dikin, lê di vê mijarê seba ku tundiya li Sûriyeyê kuta bibe berpirsyariya hemû welatên dinyayê heye.

Stoltenberg destnîşan kir, biryardayîna şandina eskeran a ji bo Sûriyeyê hêsan nîne, hê zû ye ku meriv bibêje sepandina pêşniyaza navborî pêkan e.

Jens Stoltenberg daxuyand ku NATO ji bo ku endamên wê bi awayekî cidî fikrên xwe eşkere bibêjin, forumek e.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE