Tundiya eskerên Îsraîlê yên li ser kalekî Filistînî bûyera George Floydê Amerîkî anî bîra mirovan

Tundiya eskerên Îsraîlê yên li ser kalekî Filistînî bûyera George Floydê Amerîkî anî bîra mirovan

Filistîniyên li Şeriaya Rojava dema çalakiyên aştiyane dikirin eskerên Îsraîlê mudaxaleya wan kir, tundiya eskeran a li ser kalekî Filistînî bûyera George Floydê reşîk ê li Amerîkayê ji ber tundiya polêsan hatibû kuştin anî bîra mirovan.

Komeke Filistîniyan ji bo cih û warên Cihûyan ên li bajarokên Cebara û Şufeya li ser Tulkerîmê protesto bikin li hev civiyan.

Eskerên Îsraîlê midaxaleya komê kir, Xeyrî Henûnê 64 salî yê Filistînî xist û ew li erdê kaş kir.

Eskerekî çoka xwe danî ser stûyê mêrikê kal, lê wî dîsa jî alaya Filistînê ji destê xwe neavêt.

Hêzên Îsaîlê li wî xistin, çend saetan ew binçav kirin û paşê berdan.

Dema esker çoka xwe da ser pişta wî û stûyê wî dîmenê George Floydê reşîk ê li Amerîkayê ji ber tundiya polêsan hatibû kuştin hat bîra mirovan.

Dema xwepêşandan dihat kirin Berdevkê Heyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Cih û Warê Cihûyan û Dîwarê Cudatiyê Ebdula Ebu Rehme daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Ebu Rehme got ew naxwazin Cihû dest bidin eraziyan û li van deran ji xwe ra cih û waran çêbikin, ji ber vê ew vê xwepêşandanê dikin.

Rehme anî ziman bi projeyekê va hewl tê dayîn bajarokên li başûr ji navendê û bakur bên veqetandin û bangî komên Filistînî kir ku ew tevbigerin.

Şêniyên herêmê dibêjin par rayedarên Îsraîlê ji wan ra gotine ew dixwazin dest bidin ser axeke 800 donimî û li vir herêmeke pîşesaziyê ava bikin.

Li gor daneyên saziya mafên mirovan a Îsraîlê Peace Nowê li Qudsa Rojhilat 13 û li Şerîaya Rojava jî 253 cih û warê Cihûyan heye ku li van deran ji 650 zêdetir Cihû dijîn û ji bo Filistîniyan zehmetiyê derdixin.

Li gor hiqûqa navneteweyî ev cihên Cihûyan ên li ser axa dagirkirî dereqanûnî ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE