Türkiye li Tel Ebyad û Resûleynê piştgiriya çandinî û heywandariyê didomîne

Türkiye li Tel Ebyad û Resûleynê piştgiriya çandinî û heywandariyê didomîne

Li navçeyên Tel Ebyad û Resûlaynê yên Sûriyeyê yên bi Herekata Kaniya Aştiyê va ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin, ji bo çandî û heywandarî pêşva here Türkiye piştgiriya xwe didomîne.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Şanliurfayê, ji bo agahiyan bidin û rê nîşanî cotkaran bidin ekîbên teknîknê ji Şanliurfayê çûn navçeyên Tel Ebyad û Resûlaynê.

Ekîbên çûne wir gund bi gund digerin, agahiyên cotkaran qeyd dikin û der barê ziraet, baxçe û heywandariyê da rê nîşanî wan didin.

Endazyarê ziraetê û şêwirmendên teknîkê li vir baxçeyên zeytûnan û fêkiyan kontrol dikin ku nexweşî heye an na û ji bo baş çandinî bê kirin pêşniyazan ji wan ra dikin.

   Li Resûleynê jî ekîb bi rayedar û cotkaran ra hatin bal hevdu û civînek kirin.

Di civînê da behsa rê û rêbazên koperatîfên krediyê yên çandiniyê yên Türkiyeyê hat kirin, der barê toxim, gubre û berên baş da agahî hat dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE