Wezareta Karê Derve ragihand ku Emerîkayê bi wê îmzaya ku ambargoya çek a li ser Qibrisa Başûr Beşa Rûman rakir, rewşa aşitiyê têkda.
Wezareta Karê Derve bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku biryara Emerîkayê ya rakirina ambargoya çekan a li ser Qibrisa Başûr Beşa Rûman, hevsengî û yeksaniya di nava herdu gelên li giravê tune dihesibîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Emerîkayê di serdemeke wisa de ku hewl bo kêmkirina rageşiyê li Rojhilatê Deryaya Spî tê dayîn, bi wê îmzayê rewşa aşitiyê têkda. Ew biryar li dijî ruhê hevpeymaniyê ye. Heke Emerîkayê biryara xwe ya rakirina ambargoya çek a li ser Rûmên Qibrisê reçav bike, dê hingî gavên li gor wê bên avêtin."
AA