Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi Wezîra Karên Derva ya Swêdê Ann Linde û Wezîrê Karên Derva Pekka Haavisto ra li ser serlêdana endamtiya NATOyê ya her du welatan civîneke sê alî kir.
Çavuşoglu li ser Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Di marja Civîna Nefermî ya Wezîrên Karên Derva yên NATOyê da min bi hevkarên xwe yên Swêdî û Fînlandiyayî ra li Berlînê hevdîtin kir."
Wezîr Çavuşoglu beriya ku têkeve civîna NATOyê daxuyanî dabû û destnîşan kiribû ku Swêd û Fînlandiya bi awayekî pir eşkere piştgirî da PKK/YPGyê û wiha dewam kiribû, "Ev jî tesîreke neyênî li ser hestiyariya gelê me dike, li ber çavê me û digel hemû hişyariyên me ev yek hat kirin. Ji ber vê yekê welatekî ku wê bibe mitefîq divê piştgiriyê nede PKK/YPGyê. Lewra ev rêxistina terorê her roj êrîşî me dike, eskerên me, polêsên me, sivîlên me şehîd dike." AA