Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy: "Heger menfeetên Turkiyeyê yên li Libyayê bibin hedef em ê hêzên Hefterê derbekar wek hedefên meşrû bihesibînin."
Aksoy der barê daxuyaniya milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar yên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê da ku wê êrîşî hêz û menfeetên Turkiyeyê bikin bersiv da pirseke nivîskî.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Aksoy destnîşan kir heger menfeetên Turkiyeyê yên li Libyayê bibin hedef wê hêzên Hefterê derbekar wek hedefeke meşrû bihesibînin û got ku em vê careke din dubare dikin.