Türkiyeyê êrîşên roketê yên ku li Hewlêrê hatin kirin, şermezar kir

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji wezaretê hat dayîn, wezaretê serxweşî da gelê Hewlêrê, Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), hikûmeta Iraqê û mensûbên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DEAŞê ku Türkiye jî di nav da ye û şifa xwest.

Türkiyeyê êrîşên roketê yên ku li Hewlêrê hatin kirin, şermezar kir

Wezareta Karên Derva ragihand, ew êrîşên roketê yên ku li Hewlêrê hatin kirin û tê fêmkirin ku cî û warên sivîlan jî kirine hedef, bi tundî şermezar dikin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji wezaretê hat dayîn, wezaretê serxweşî da gelê Hewlêrê, Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), hikûmeta Iraqê û mensûbên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DEAŞê ku Türkiye jî di nav da ye û şifa xwest.

Di daxuyaniyê da hat gotin, "Em bawer dikin ku meqamên Iraqê wê kesên ku ev êrîş kirine û dane kirin, wê demildest tesbît bike, derxe pêşiya edaletê ku hesab bidin." Di daxuyaniyê da hat gotin, ev êrîş cardin dide nîşan ku divê ji bo aştî, îstiqrar û desthilatdariya Iraqê destûr neyê dayîn ku ji bo tu rêxistinên terorê li wê derê bimînin, divê saziyên neteweyî bi berfirehî werin xurtkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em êrîşên roketê yên ku li Hewlêrê hatin kirin û tê fêmkirin ku cî û warên sivîlan jî kiriye hedef, bi tundî şermezar dikin."

- Li Hewlêrê êrîşên roketê

Hêzên koalîsyonê ku dijî DEAŞê bi pêşengiya Amerîkayê ava bû, daxuyandibû ku di êrîşa ser balafirgeha Hewlêrê da mitehîtekî sivîl hat kuştin, 5 personelên bipeyman û eskerekî Amerîkayê jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî der barê êrîşê da telîmat dabû ku lêkolîn bê kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE