Hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê ya êrîşî Ukraynayê kir 353 tank, 57 balafir û 83 firoke dan der.
Sererkaniya Ukraynayê daneyên zirara artêşa Rûsyayê ya 24ê sibatê-11ê adarê eşkere kir.
Li gor vê, 12 hezae eskerên artêşa Rûsyayê ya êrîşî Ukraynayê kir hatin kuştin. 353 tank, 57 balafir û 83 firoke, 1165 wesayîtên bizirx, 125 top, 58 sîstemên rokevavêjê û 31 sîstemên parastina hewayê yên Rûsyayê hatin îmhekirin.
Hêzên Rûsyayê di nav 16 rojan da li Ukraynayê 558 wesayît, 3 kelekên bilez, 60 wesayîtên sotemeniyê û 7 balafirên bêmirov jî dan der.
AA