Hat ragihandin ku ji artêşa Ûris 15 hezar û 300 esker hatin kuştin, 99 balafir, 123 firoke û 509 tankên artêşê hatin îmhekirin.
Sererkaniya Ukraynayê agahiya zayîatên ku artêşa Ûris di navbera 24ê sibatê û 22yê adarê da dan, eşkere kir.
Li gor agahiyan, ji artêşa Ûris a ku êrîşî Ukraynayê dike, 15 hezar û 300 esker hatin kuştin, 99 balafir, 123 firoke û 509 tank, 1556 wesayîtên bizirx, 252 top, 80 pergalên roketavêj û 45 pergalên parastina esmanî yên artêşê hatin îmhekirin.
Her wiha 1000 wesayît, 3 tekneyên kêmlez, 70 wesayîtên sotemeniyê û 35 wesayîtên esmanî yên bêmirov ên hêzên Ûris jî hatin îmhekirin.
AA