Ukrayna: Artêşa Ûris 24 hezar û 500 eskerên xwe da der

Sererkaniya Ukraynayê agahiya xisar û ziyana ku artêşa Ûris di navbera 24ê sibatê û 4ê gulanê da eşkere kir.

Ukrayna: Artêşa Ûris 24 hezar û 500 eskerên xwe da der

Sererkaniya Ukraynayê ragihand, artêşa Ûris nêzî 24 hezar û 500 esker, 194 balafir, 155 firoke û 1077 tankên xwe dan der.

Sererkaniya Ukraynayê agahiya xisar û ziyana ku artêşa Ûris di navbera 24ê sibatê û 4ê gulanê da eşkere kir. Sererkaniyê daxuyand, artêşa Ûris ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin, di 24 saetên dawîn da 300 eskerên xwe da kuştin.

Li gor agahiyan, ji artêşa Ûris a ku êrîşî Ukraynayê kir, 24 hezar û 500 esker hatin kuştin, 194 balafir, 155 firoke û 1077 tank, 2 hezar û 610 wesayîtên bizirx, 491 top, 163 pergalên roketavêj û 81 pergalên parastina esmanî yên artêşê hatin îmhekirin.

Her wiha 1867 wesayît, 10 keştî û kelekên kêmlez, 303 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên hêzên Ûris jî hatin îmhekirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Ûris hatin kuştin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE