Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê ragihand ku artêşa Ûris di 24 saetên dawîn da 150 eskerên xwe û ji destpêka şer heya niha jî 30 hezar û 500 eskerên xwe ji dest da.
Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê der heqê ziyanên artêşa Ûris a di navbera 24ê Sibatê û 31ê Gulanê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, artêşa Ûris di nav 24 saetên dawîn da 150 esker, 8 wesayîtên hewayî yên bêmirov, balafirek, 9 tank, 6 top û 20 wesayîtên bizirx ji dest da û 2 moşekên meşînê yên Ûris jî hatin îmhekirin.
Hat gotin ku ji artêşa Ûris 30 hezar û 500 esker, 208 balafir, 174 firoke, 1358 tank, 3 hezar û 302 wesayîtên bizirx, 649 top, 207 pergalên roketavêj û 93 jî pergalên parastina asîmanî hatin jinavbirin.
Hêzên Ûris her wiha 2 hezar û 275 wesayît, 13 keştî û kelekên heza wan sivik û 515 drone jî ji dest dan, 112 moşekên Ûrisan avêtin jî hatin berterefkirin.
Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Rûs hatin kuştin.
AA