Hat ragihandin artêş Ûris piştî ku ji dora Kîeva paytextê Ukraynayê vekişiya ji bo ku êrîşên xwe bidomîne li rojhilatê welêt hêza xurt dike û amadehiyan dike.
Wezareta Parastinê ya Ukraynayê daxuyand di roja 45emîn a şêr da artêşa Ûris li tevahiya Ukraynayê êrîşên dijî sivîlan didomîne.
Hat daxuyandin artêşa Ûris ji bo ku li ser axa Donetsk û Luhanskê desthilatiyê bike hin tevdîrên zêdetir dibîne.
Hat gotin artêşa Ûris li aliyê Donetskê êrîşên xwe didomîne û hewl dide Rubejnoye, Popasnaya û Novobahmutovkayê bi dest bixe.
Di daxuyaniyê da da hat destnîşankirin hêzên Rûsyayê dev ji mewzîyên sînor yên li herêma Hersonê û bajarê Marîupolê bernadin.
Ji bilî vê hat gotin li herêma Donetskê jî hêzên Ûris êrîşî bajarê Vugledarê û 2 gundên Novoselovkayê dikin, hewl didin li Novotoşkiva, Stepnoy û Marinkayê êrîşan bikin.AA