Hat ragihandin, artêşa Rûs a ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 25 hezar û 650 esker, 199 balafir, 158 helîkopter û 1145 tank ji dest dan.
Sererkaniya Ukraynayê der heqê ziyanên artêşa Rûs a di navbera 24ê Sibatê-9ê Gulanê da daxuyanî da û her wiha ragihand ku di 24 saetên dawîn da 150 eskerên din ên artêşa Rûs hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, ji artêşa Rûs a ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 25 hezar û 650 esker hatin kuştin û her wiha 199 balafir, 158 helîkopter, 1145 tank, 2 hezar û 764 wesayîtên zirxî, 513 top, 185 pergalên roketavêj û 87 pergalên parastina asîmanî hatin jinavbirin.
Hêzên Rûs her wiha 1970 wesayît, 12 keştî û belemên beza yên sivik û 377 drone jî ji destdan.
Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Rûs hatin kuştin.
AA