Hat ragihandin, artêşa Rûs a ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 27 hezar û 400 esker, 200 balafir, 164 helîkopter û 1220 tank ji dest dan.
Sererkaniya Ukraynayê der heqê ziyanên artêşa Rûs a di navbera 24ê Sibatê-15ê Gulanê da daxuyanî da û her wiha ragihand ku di 24 saetên dawîn da 200 eskerên din ên artêşa Rûs hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, ji artêşa Rûs a ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 27 hezar û 400 esker hatin kuştin û her wiha 200 balafir, 164 helîkopter, 1220 tank, 2 hezar û 958 wesayîtên zirxî, 555 top, 195 pergalên roketavêj û 89 pergalên parastina asîmanî hatin jinavbirin.
Hêzên Rûs her wiha 2 hezar û 87 wesayît, 13 keştî û belemên beza yên sivik û 416 drone jî ji dest dan.
Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Rûs hatin kuştin.
AA