Hat ragihandin, artêşa Rûs a ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 29 hezar û 200 esker ji dest dan.
Sererkaniya Ukraynayê der heqê ziyanên artêşa Rûs a di navbera 24ê Sibatê-23yê Gulanê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, artêşa Rûs di rojekê da 150 esker, 8 tank û 25 wesayîtên zirxî ji dest dan û wiha hat gotin, "Ji artêşa Rûs 29 hezar û 200 esker hatin kuştin û her wiha 204 balafir, 170 helîkopter, 1293 tank, 3 hezar û 166 wesayîtên zirxî, 604 top, 201 pergalên roketavêj û 93 pergalên parastina asîmanî hatin jinavbirin."
Hêzên Rûs her wiha 2 hezar û 206 wesayît, 13 keştî û belemên beza yên sivik û 476 drone jî ji dest dan.
Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Rûs hatin kuştin.
AA